Rojeva rojnameyên erebî – 24 Hezîran

Rojnameyên erebî vê sibehê bal kişand ser hevrikiya Rûsya û Îranê li başûrê Sûriyê û rewşa Lîbyayê.

Rojeva rojnameyên erebî – 24 Hezîran
24 hezîran, 2020   07:24
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: BELAVBÛNA HÊZÊN EWLEHIYÊ LI SIWÊDAYÊ Û HEVRIKIYA RÛSYA-ÎRANÊ LI SER CIWANAN

Rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Hêzên ewlehiyê û polîs li naverasta Siwêdayê belav bûn ku xwepêşandanên bi xwesteka serbestberdana girtiyên xwepêşandanên hefteya borî qedexe bikin, di heman demê de nakokî hê jî li Deraa tevî xwepêşandana xwesteka derketina Îran û Hizbullahê ji başûrê Sûriyê li dar e, li gel wê jî hevrikî di navbera Feyleqa 5’an a girêdayî Rûsya û Firqeya 4’an a bi serkêşiya lîwa Mahir birayê serok Beşar Esed de ku tê texmînkirin ku bi Îranê re ye, heye."

Li gorî rojnameyê, ev jî piştî biryara alava ewlehiyê ya girêdayî rejîmê li Siwêdayê ku hin girtiyên xwepêşandanên li dijî rejîma ber bi Şamê ve bidin, hat.

Girêdayî mijarê, girseya şêniyên parêzgeha Deraa beşarî merasîma veşartina endamên Feyleqa 5’an a girêdayî Rûsyayê bûn ku roja şemiyê di encama teqîna erebeyê de hatin kuştin. Her wiha beşdarên merasîmê diruşmên li dijî hebûna Îran û Hizbullah li Sûriyê û li dijî rejîma Sûriyê berz dan.

Rojnameyê li ser zimanê çalavkanên ji başûrê Sûriyê ragihand ku bûyera hedefgirtina endamên Feyleqa 5’an a rûsî bi rasthatina bangên nû yên feyleqê ya tevlêbûna ciwanên herêmê li nava hêzên wan hat, di demeke de ku Firqeya 4’an ciwanên herêmên ber xwe dikişandin, deriyê tevlêbûnê li hember desthilat û pereyan vekir û her wiha dikarin xizmeta leşkerî li herêma xwe ya başûr bikin, rêveberiya bendên kontrolê li herêmê çêkir, ew jî piştî Firqeya 4’an amadekariyên xwe bi niyeta serdegirtina herêma rojava li herêmê zêde kirin. Her wiha lihevkirina bi komîteyên dan û standinê yên navendî re hat çêkirin ku her kesê dixwaze tev li Feyleqa 5’an bibe pêkan e.

Çavkaniyan da zanîn ku vê jî hişt ku Rûsya ji nû ve li rewşa komên li Deraa vegere û komî ser bike ku ji nû ve dengeyê çêke û qada li başûr ji tu aliyên dîtir re nehêle. Her wiha çavkaniyan destnîşan kir ku Rûsya hewl dide li başûrê Sûriyê hêzên girêdayî Feyleqa 5’an ya serdegirtinê bi yek fermandariyê ava bike ku tê de tevahî komên oposîzyonê yên berê ku li ser peymana lihevkirinê bi Rûsyayê re îmze kiribûn, tev lê bike.

EL-EREB: OPERASYONA LEŞKERÎ BI PIŞTEVANIYA DYA’YÊ YA FERZKIRINA RÊVEÇÛNA NÛ LI LÎBYAYÊ

Der heqê Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Fermandariya leşkerî ya DYA’yê li Afîkayê (AFRICOM) kopiyeke vekirî ya helwesta xwe ji şerê li Lîbyayê re pêşkêş kir ku hesasiyetên Fransa, Misir û metirsiya Tunisê ya guhartina rastîn di ber çavan re derbas dike. Ji ber ku bi bangên "tevgerkirinê" texmîn dibe ku şer bilind bibe."

EL-BEYAN: ÎMARAT BANGA ÇARESERIYA LÎBYAYÊ DIKE KU DESTWERDANA TIRKIYÊ BI DAWÎ BIKE

Girêdayî mijarê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Wezîrên karên derve yên Ereb di civîna awarte ya Meclisa Camiyeya Dewletên Ereb a li ser asta wezaretan de piştrast kir ku rola erebî di rêveçûna siyasî ya Lîbyayê de girîng e û bi tundî hemû destwerdanên biyanî red kir."

(fr)