Jinên Komunîst ên Şoreşger: Divê dewleta Tirk ji ber sûcên xwe yên li dijî jinan hesap bide

Jinên Komunîst ên Şoreşger bi daxuyaniyekê êrişa li dijî gundê Helincê yê Kobanê şermezar kir û destnîşan kir ku divê dewleta Tirk a dagirker hesabê êrişên xwe yên li dijî jinan bide.

Jinên Komunîst ên Şoreşger: Divê dewleta Tirk ji ber sûcên xwe yên li dijî jinan hesap bide
24 hezîran, 2020   08:03
NAVENDA NÛÊÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker duh êrişî gundê Helincê yê Kobanê kir û di encamê de 3 jin hatin qetilkirin.

Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) têkildarî mijarê daxuyaniyek da, êrişa dewleta Tirk bi zimanekî tund şermezar kir û wiha da zanîn: “Dewleta Tirk a dagirker careke din dijminatiya xwe ya li hember jinan nîşan da. Çawa ku li Efrînê jin ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve tên revandin, tacîz û destdirêjî lê tê kirin û tên qetilkirin, ev komkujiya ku li Kobanê jî bi taybetî jin hedef girtin.

Dewleta Tirk van komkujiyên xwe bêguman bê agahiya hêzên navneteweyî nake. Îro hêza navneteweyî ya emperyal Rûsya bi erêkirin û bêdengiya xwe ew qes şirîkê sûcê vê komkujiyê ye.”

JKŞ’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û hemû hêzên şer ên navneteweyî bi hedefgirtina îradeya jinan dixwazin bingeha şoreşê bişikînin û wiha diyar kir: “Ev êriş di heman demê de li dijî tevahî jinên bindest e. Ji ber vê yekê em vê êrişa ku 3 jinên medenî tê de hatin hedefgirtin, şermezar dikin û bang li hemû jinan dikin ku li her derê kolanan dagirin û hesabê vê komkujiyê bipirsin.

Divê dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê li dijî ev sûcên şer û kiryarên xwe yên qirêjî ku rojane li ser jinan pêk tînin, hesap bidin.”

Jinên Komunîst ên Şoreşger di dawiyê de wiha lê zêde kir: “Em wek Jinên Komunîst ên Şoreşger careke din dibêjin em ê bi parastin û mezinkirina îradeya jinan, li hember êrişên dagirkeriyê bi mezinkirina îradeya xweparastinê şoreşa xwe biparêzin. Agire dilê hemû jinan wê bibe hêza berxwedana me û di serê dijmin de biteqe. 3 jinên ku li Kobanê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatin qetilkirin, nemir in.”

ANHA