Komkara Erebî ji bo Lîbyayê sibe civîneke awarte li dar dixe

Têkildarî rewşa Lîbyayê Komara Dewletên Ereban dê sibe civîneke awarte li ser asta wezîrên karên derve li dar bixe.

Komkara Erebî ji bo Lîbyayê sibe civîneke awarte li dar dixe
21 hezîran, 2020   16:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser daxwaza Misirê, Sekretriya Giştî ya Komkara Dewletên Erebî ragihadn ku biryar hate girtin ku dê sibe ji bo nîqaşkirina rewşa Lîbyayê civîneke bi vîdyoyê li ser asta wezîrên karên derve yên dewetên erebî were lidarxistin.

Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî duh daxuyand ku  "Her destwerdaneke raste rast ya Misirê li Lîbyayê êdî rewa ye."

Her wia anî ziman ku amadebûna artêşa Misirê ji bo şerê li Lîbyayê bûye pêwîstiyek.