Şêniyên Til Temirê sersaxî ji malbata şehîd Îbrahîm Hemad re xwest

Îro, bi dehan ji şêniyên navçeya Til Temir a bajarê Hesekê  û endamên saziyên sivîl û leşkerî sersaxiya  malbata şehîd Îbrahîm Hemad kir, her wiha  konê sersaxiyê li gundê Eyn Ebid ê rojhilatê navçeya Til Temirê hat vedan.

Şêniyên Til Temirê sersaxî ji malbata şehîd Îbrahîm Hemad re xwest
Şêniyên Til Temirê sersaxî ji malbata şehîd Îbrahîm Hemad re xwest
Şêniyên Til Temirê sersaxî ji malbata şehîd Îbrahîm Hemad re xwest
Şêniyên Til Temirê sersaxî ji malbata şehîd Îbrahîm Hemad re xwest
Şêniyên Til Temirê sersaxî ji malbata şehîd Îbrahîm Hemad re xwest
Şêniyên Til Temirê sersaxî ji malbata şehîd Îbrahîm Hemad re xwest
20 hezîran, 2020   11:46
HESEKÊ

Bi dehan şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî li pêş Meclisa Malbatên Şehîdan a navenda bajêr amade bûn ku berê xwe bidin bin konê sersaxiyê ya li gundê Eyn Ebid ê li rojhilatê navçeya Til Temirê ya li ser rêya Qamişlo hatiye vedan ku sersaxiya malbata şehîd Îbrahîm Hemad bikin. Îbrahîm Hemad endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû ku di 18’ê vê Hezîranê de şehîd bûbû.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre fermandarekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn  ê navçeyê  Selman Nûhî, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Tahir, endama Meclisa Malbatên Şehîdan  a Aşûrî Cemîla Kako û endama Kongreya Star Emel Berafî, axivîn.

axêveran sersaxiya malbata şehîd kir û bal hate kişand li ser keda Hêzên Ewlekariya Hundirîn di ewlehiya herêmê de û r rola şehîdan di parastina herêm û gel de.

Axêveran soza şopdariya rêya şehîdan da,  ku xwesteka wan pêk bînin û berxwedanê li hember tevahî hêzên êrişî xakê dikin, raber bikin.

Apê şehîd Îbrahîm Hemad bi navê malbatê axivî û diyar kir ku divê hemû pêkhate bi hevkarî tev bigerin da ku bibin bersîvdar ji hemû êrişên dagirkeran re, her wiha diyar kir îbrahîm hemad di malbatê de şehîdê sêyem e piştî ku du birayên wî di demên cuda de şehîd bûbûn.

Merasîm hîn jî bi axaftinê berdewam e.

ANHA