El-Sîsî: Artêşa Misirê dikare parastina hundir û sînorê Misirê bike

Serokê Misirê Abdulfetah El-Sîsî got artêşa Misirê dikare parastina ewlehiya neteweya Misirê di hunidr û derveyî sînorê wê de bike.

El-Sîsî: Artêşa Misirê dikare parastina hundir û sînorê Misirê bike
20 hezîran, 2020   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Serokatiya Komarê balyoz Besam Radî îro diyar kir ku El-Sîsî bi beşdarbûna Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, serokerkanê hêzên çekdar û fermandarên şaxên sereke yên hêzên çekdar endamên li herêma rojava ya leşkerî şopand.

Di gerê de El-Sîsî wiha ji leşkeran re axivî: "Artêşa Misirê ji xurtirîn artêşê li herêmê ye. Lê artêşeke zana ye parastinê dike û gefan naxwe. Dikare parastina ewlehiya neteweya Misirê li hundir û derveyî sînorê welêt  bike."

(bx)