SOHR: Di bombebarana Koalîsyonê de serçeteyekê Huras El-Dîn hate kuştin

SOHR, ragihand ku serçeteyekî "Huras El-Dîn" ji nasnameya Yemenî di hedefa balafirên Koalîsyona Navnetewî de hate kuştin.

SOHR: Di bombebarana Koalîsyonê de serçeteyekê Huras El-Dîn hate kuştin
14 hezîran, 2020   17:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku serçeteyekî "Huras El-Dîn" ji nasnameya Yemenî ku berpirseke di "Artêşa Badiya" de ye di encama hedefkirina erebeya wî bi moşekekê ji balafireke bê mirov de li nêzî mizgefta Şueyb a bajarê Idlibê hate kuştin û alîkarekî wî bi nasnameya Sûrî birîndar bû.

SOHR, got ku di dema hedefkirinê de balafireke Koaslîyona Navnetewî de li ser bajêr digeriya.