Li Helebê kesek ku pereyên sexte bi kar dianî hate girtin

Hêzên Têkoşîna Li Dijî Sûcan a Helebê kesekê ku pereyên sexte bi kar dianîn girtin .

Li Helebê kesek ku pereyên sexte bi kar dianî hate girtin
14 hezîran, 2020   14:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser vê mijarê daxuyanî da û got: "Hêzên Têkoşîna Li dijî Sûcan a Rêxistinkirî ya bajarê Helebê duh Yekşemê 13‘ê Hezîranê kesek bi navê F. H ku dolarê Amerîkî yê sextet bi kar dianî li taxa Şêxmeqsûdê girt û deh hezar dolarî amerîkî yê sextet pêre hebû desteser kirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Piştî şopadina tevgera F.H a ji aliyê hêzên me ve, li sûka taxa Şêxmeqûsdê hate girtin dema ku pereyên sextet serif dikir. F. H piştî li kiyarê xwe mukir hat sewqî Dadgeha Giştî ya herêma Şehbayê hate kirin."

ANHA