Ebdulrehman Dumer: Tecrîd tê wateya qirkirina Kurdan û pêkhateyên  din

Siyasetmedar Ebdulrehman Dumer got: “Berdewamkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan tê wateya qirkirina gelê Kurd û pêkhateyên din. Ji  bo azarên gelê Kurd  û pêkhateyên din bidawîbibin, divê tecrîd bi dawî bibe û yekîtî ava bibe.”

Ebdulrehman Dumer: Tecrîd tê wateya qirkirina Kurdan û pêkhateyên  din
11 hezîran, 2020   03:30
KOBANÊ

Siyasetmedar û endamê Rêveberiya Giştî ya Zanîngeha Kobanê Ebdulrehman Dumer ji ANHA`yê re axivî.

Dumer di destpêka axaftina xwe de got: “Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê di tecrîdek girankirî de ye. Nikare wek her girtiyekî malbata xwe û parêzên xwe bibîne. Çavdêr û hiqûqnas dibînin ku gavên Tirkiyê ne qanûnî ne û sûcek li dijî gelan e.”

Dumer axaftina xwe wiha domand: “Ji ber sûcên dewleta Tirk a dagirker Rojhilata Navîn di şertûmercên hesas û dijwar re derbas dibe. Di nav de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahiya pêkhateyên xwe.

Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan encamên neyinî ji bo gelê Kurd tîne. Her wiha derbarê xêzkirina nexşerêya siyasî durist û diyarkirî ya ji bo derbaskirina vê krîzê de qutbûnekê di navbera Rêbertî û gel de çêdike. Tirkiye siyaseteke bi sûc li dijî hemû azadîxwaz û demokratan dimeşîne. Sûcên derexlaqî û dermirovî li dijî hemû welatî û siyasetmedaran pêk tîne. Ev siyaseta Tirkiyê ya qirêj qirkirina gel û îmhakirina nasnameya wê armanc dike."

Girêdayî aloziya Sûriyê Dumer got: "Ne tenê Kurd, heman demê de tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hewcedariya çareseriya siyasî ya ku vê aloziyê bidawî dike, ne. Ev çareserî bi rêya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina tecrîdê pêkan e. Berdewamkirina tecrîdê bi xwe  tê wateya berdewamkirina şer a li dijî Kurdan, çewisandina nasnameya wan û dagirkirina axa wan."

Ebdulrehman Dumer di dawiyê de banga bidawîkirina tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan, yekîtiyê li gelê Kurd kir.

Desthilatên Tirkiyê ji 2015`an ve tecrîdek giran li Rêber Abdullah Ocalan ferz dikin û hevdîtinên malbat û parêzeran qedexe dikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FoFN-xVjHiw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>