Êlên Şedadê: Em bi pêngava `Tunekirina terorê` re ne

Êlên Ereb ên navçeya Şedadê piştgiriya xwe ji pêngava `Tunekirina terorê` ya Hêzên Sûriya Demokratîk destnîşan kirin. Her wiha gotin gel û êlên herêmên di navbera başûrê gundewarê kantona Hesekê de heta bigihêje herêmên Dêrazorê bi hêzên ku tev li vê hemleyê dibin re ne.

Êlên Şedadê: Em bi pêngava `Tunekirina terorê` re ne
7 hezîran, 2020   06:03
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Piştî êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê qaşo bi navê `Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê` li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku hîna berdewam in, êrişên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li herêmê zêde bûn. Bi taybet herêmên başûrê kantona Hesekê heta bigihêje Dêrazorê.

Şaneyan êrişa artêşa Tirk a dagirker di 9`ê Cotmeha 2019`an de tevî pandemiya Koronavîrusê bikar anîn û dest bi êrişên xwe kirin ji qetilkirina eşkere û dizî li herêmên ji rêya Mergede heya bigihêje Dêrazorê li aliyê rojava, ji rêya rojhilatê Deşîşe ya di navbera Beyare Fireh li Dêrazorê.

Li ser daxwaz û bangawaziyên şênî û êlên herêmê, Hêzên Sûriya Demokratîk dest bi pêngavek leşkerî bi navê `Tunekirina terorê` kir.

Têkildarî mijarê rûspiyê êla El-Fadil Munaf El-Reca got: "Ev şane li herêmên beyareya di navbera Deşîşe, gundên ji bajarokê Mergede heya bajarok û bajarên Dêrazorê belav dibin. Di vê dawiyê de li herêmê gelek teqîn bi rêya motorsîklêtên bomberbarikirî di nav sûkan û sivîlan de rû didin. Ew armanc dikin sivîlan bitirsînin û ewlehiya herêmê bihejînin."

El-Reca got: “Êlên herêmê desteka hemleya leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî wan şaneyan dikin bi taybet li herêmên li gundewarê nêzî sînorên Iraqê. Li wir beyarek fireh di navbera Deşîşe û Dêrazorê de heye. Ew komên ku aliyên derve desteka wan dikin li wan herêman, baregehên xwe di bin erdê de çêkirine da ku tevgera xwe hêsan bikin.”

El-Reca bang li hêzên ku tev lî hemleyê bûne kir ku azarên gel ji teqînên terorîst yên domdar xilas bikin û got: "Gel û êlên herêmên di navbera başûrê gundewarê kantona Hesekê heta bigihêje Dêrazorê bi vê hemleyê re ne."

Nûner û berdevkê Êla El-Bû Hesûnî Hesen Hisên El-Ehmed got hemle di dema xwe ya guncew de hat.

El-Ehmed wiha domand: "Ev şane hewl didin fîtneyê di navbera pêkhateyên herêmê de belav bikin da ku armancên dewletên derve pêk bînin."

(şx)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BHJW397KO4s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>