Balafirên Tirk li Lîbyayê malbateke koçber bombebaran kir

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker çend erebeyên malbatên ji bajarê Ternohê  koçber bûne li başûrê  bajarê Sîrt hedef girtin.

Balafirên Tirk li Lîbyayê malbateke koçber bombebaran kir
6 hezîran, 2020   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera El-Erebiyê Net, di encama bombebaranê  de ji her du malbatên koçber qurbanî çêbûn. Her wiha ciwanekî ji bajarê Sîrtê ku alîkariya koçberan dikir,  jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyan jî ragihand ku balafireke keşfê bargehê leşkerî yên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê li başûrê bajarê Sîrtê bombebaran kirin.