Meclisa Ewlehiyê biryara çavdêriya li ser gemiyên ji bo Lîbyayê têne şandin dirêj kir

Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî biryara ku hemû gemiyê li ber ava Lîbyayê di gumana ku çekan bi rêdike , were çavdêrkirin, heta saleke din dirêj kir.

Meclisa Ewlehiyê biryara çavdêriya li ser gemiyên ji bo Lîbyayê têne şandin dirêj kir
6 hezîran, 2020   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dîplomatan, hemû welatên di Meclisa Ewlehiya ya Navneteweyî cihê xwe digirin,  biryar standin ku saleke din biryara çavdêriya li ser gemiyên ber bi Lîbayayê ve têne şandin, werê dirêj kir.

Dîplomat anî ziman ku di sala çûyî de her tim çek ji her du aliyan re dihat şandin, anku qedexya rêkirina çekan bê wate bû.

Biryara ku Almaniyayê saz kiribû, divê heta 12 mehên din biryara çavdêriya li ser gemiyên ber bi Lîbyayê ve têne şandin, werê dirêjkirin.