El-Mehcûb: Dewleta Tirk sûcên herî qirêj li Lîbyayê pêk tîne

Gerînendetoyê Rêveberiya Menewî ya artêşa Lîbyayê Emîd Xalid El-Mehcûb got: "Êrişên Trikiyê li Lîbyayê didomin. Em bi hemû hêza xwe li hember wan disekinin û baweriya gelê Lîbyayê bi şer heye û destekê dide artêşê."

El-Mehcûb: Dewleta Tirk sûcên herî qirêj li Lîbyayê pêk tîne
6 hezîran, 2020   09:04
QAHÎRA –EMANÎ EZAM

El-Mehcûb ji ANHA`yê re wiha got: "Serokkomarê Tirk Receb Tayyîb Erdogan hemû pîvan û lihevkirinan binpê dike. Tirkiyê derfet dide milîs û çeteyan ku sûcên herî qirêj pêk bînin."

El-Mehcûb destnîşan kir ku artêşa Lîbyayê roj bi roj sûcên ku dewleta Tirk bi balafirên keşfê, kuştin û koçberkirina sivîlan, şewitandina malên wan her wiha sûcên ku nayên hejmartin, dişopîne.

Berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî roja Înê gotibû hêzên artêşê dema ji Terablusê vedişikiya ji aliyê balafirên keşfê yên dewleta Tirk ve hate hedefgirtin.

(bx)

ANHA