Li Babê jî çete bi hev ketine

Piştî hevsera çeteyekî hate girtin, koma ‘Ehrar El-Sefîra’ çeteyên xwe ji bo serdegirtina navenda polîsan a leşkerî şandin, ji ber vê yekê li bajarê Babê yê dagirkirî alozî heye.

Li Babê jî çete bi hev ketine
3 hezîran, 2020   06:48
ŞEHBA

Çavkaniyan herêmî ji bajarê Babê ji ANHA`yê re ragihand ku çeteyên ‘Ehrar El-Sefîra’ yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker vê sibê ji bo serdegirtina navenda polîsên leşkerî ku jineke ji herêma El-Sefîra girtiye, hêzeke leşkerî şand bajarê Babê.

Çavkaniyan piştrast kir ku ji ber çeteyên polîsên leşkerî hevsera çeteyekî Ehrar El-Sefîra girtiye, li bajarê Babê ji duh ve alozî heye. Çavkaniyan da zanîn ku çeteyê bi navê Ebî Remezan hejmarek çeteyan ji bo sergirtina navenda polîsan a leşkerî kom kirine.

Heta vê kêliyê rewşa bajarê Babê ne aram e.

(eh)

ANHA