​​​​​​​Bi dîmen.. Zeviyên Zirgan û Til Temirê dişewitin- HATE NÛKIRIN

Şewata ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker li zeviyên navçeyên Zirgan û Til Temirê derxistin, didome.

​​​​​​​Bi dîmen.. Zeviyên Zirgan û Til Temirê dişewitin- HATE NÛKIRIN
2 hezîran, 2020   19:34
NAVENA NÛÇEAYN

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gule ber bi zeviyên genim û ceh ên gundên başûrê navçeya Zirganê ve reşandin.

Ji ber gulebaranê agir bi zeviyên çandiniyê yên di navbera gundên Xireb Şiîr û gundê Xirbe Cemê de yên 3 km dikevin başûrê Zirganê ketin.

Şewat gihaşt gundê Tewîl ên navçeya Til Temirê ku rûbereke fireh a zeviyên çandinî baxçeyên daran da ber xwe.

Dagirker rê nadin tîmên agirkujiyê ku şewatê vemirînin.

Şewat hîna berdewam e.

ANHA