​​​​​​​Li Tirkiyê 22 kesên din ji ber Koronavîrusê mirin

Li gorî Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê di 24 saetên dawî de 22 kesên din ji ber şewba Koronayê mirin.  Bi vê hejmara miriyan bû 4 hezar û 586.

​​​​​​​Li Tirkiyê 22 kesên din ji ber Koronavîrusê mirin
2 hezîran, 2020   18:11
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên derbarê Koronavîrusê (Covid-19) ku Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, parve kiriye, di 24 saetên dawî de li Tirkiyê 786 kesên din jî bi şewbê ketine û 22 kesên din jî mirin.

Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 165 hezar û 555 û hejmara miriyan bû 4 hezar û 585.