Parêzerên Rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serî li rayedaran dan

Parêzerên Rêber  Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bîne serlêdan kirin.

Parêzerên Rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serî li rayedaran dan
2 hezîran, 2020   14:22
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji parêzerên Rêber  Abdullah Ocalan ê li Îmralî girtî ye, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî, Newroz Ûysal û Mezlûm Dîç ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, carekî din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabû.

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan piştî 8 salan û şûnde 2’yê Gulan, piştre jî 22’yê Gulan, 12’ê Hezîran, 18’ê Hezîran û herî dawî jî 7’ê Tebaxa 2019’an hevdîtin pêk anîbû.  Serlêdanên heta sala 2019’an bi hincetên kêfî dihatin astengkirin, êdî ne erênî û ne jî nerênî bersivek nayê dayîn.