‘Roj Av’ destekê dide aboriya civakî

Kargeha zelalkirin û dagirtina avê ya ‘Roj Av’ yek ji kargehên sereke yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku destekê dide aboriya civakî ya herêmê.

‘Roj Av’ destekê dide aboriya civakî
‘Roj Av’ destekê dide aboriya civakî
‘Roj Av’ destekê dide aboriya civakî
‘Roj Av’ destekê dide aboriya civakî
2 hezîran, 2020   06:05
HESEKÊ – OLVA HEC MENSÛR

Meclisa Aborî ya navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê sala 2017‘an kargeha zelakirin û dagirtina avê ya bi navê ‘Roj Av’ vekir. Ev kargeh li navçeyê bûye projeyek girîng.

Projeya vekirina kargeha ‘Roj Av’ kooperatîfeke aborî ye ku 950 kes ji navçeyê beşdarî projeyê bûn. Her beşdarî 130 hezar lîreyên sûrî xist projeyê.

Di kargehê de 9 endam û 2 rêveber ji saet 08.00’an heta 16.00’an dixebitin. Qezenciyên projeyê li endaman tê belavkirin.

Komîteya li ser projeyê disekine xeta ava sereke ya ku ji bîrên ava vexwarinê dide navçeyê gihandiye kargehê. Kargeh rojane 4 hezar û 500 lîre ava zelal derdixîne, piştî dadigire, li dever û bajarên herêma Cizîrê belav dike û yê zêde jî dide herêma Firatê.

Endama rêveber a kargeha ‘Roj Av’ Yasmîn Abdullah anî ziman ku armanca projeyê xizmeta şêniyan û geşkirina aboriya civiakî ye.

Her wiha Yasmîn diyar kir ku kargeh 800 paket derdixe bazarên herêmê û bi buhayê erzan difroşe.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SLkRk1-j2D4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>