​​​​​​​Li Amûdê zilamekî gule berda jinekê û xwe jî kuşt

Li navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê zilamekî gule berdan jinekê û paşê xwe jî kuşt. Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê bûyerê de lêpirsînê dikin.

​​​​​​​Li Amûdê zilamekî gule berda jinekê û xwe jî kuşt
1 hezîran, 2020   07:39
QAMIŞLO

Li gorî şahidên ji navçeya Amûdê, zilamekî (40) gule berda jinekê  û paşê xwe jî kuşt.

Jina birîndar ji bo tedawiyê rakirin nexweşxanaya Amûdê. Li gorî kadroyên tenduristiyê rewşa wê giran e.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê bûyerê de dest bi lêpirsînê kir.

(bx)

ANHA