Di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyan de şer

Di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li Cebel El-Zawiya bi hewldana pêşketin û serwerîkirinê şer derket û di encamê de ji her du aliyan kuştî û birîndar hene.

Di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyan de şer
31 gulan, 2020   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) diyar kir ku şeva berê li Idlibê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk de şerekî dijwar li Cebel El-Zawiya derket.

SOHR’ê piştrast kir ku li gel şer, topbaraneke dijwar jî hebû û di encamê de kuştî û birîndarên her du aliyan çêbûn.

Hêzên hikumetê di çend rojên borî de bi taybet li Cebel El-Zawiye êrişên li dijî çeteyan xurttir kirine.