Jinên ku çeteyên dewleta Tirk revandine kî ne?

Çavkaniyên herêmî ji ANHA’yê re navên hin jinên ku çeteyên Firqet El-Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li kantona Efrînê revandine, eşkere kirin.

Jinên ku çeteyên dewleta Tirk revandine kî ne?
31 gulan, 2020   10:39
ŞEHBA

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker beriya niha 11 jin revandibûn, di nav wan jinan de hin jinên êzidî û Ereb jî hene.

Çeteyên Firqet El-Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li kantona Efrînê jin revandin. Çavkaniyan ji hundirê bajarê Efrîna dagirkirî ji ANHA`yê re navên çend jinên ku hatine revandin eşkere kirin.

Navên jinên ku hatine revandin wiha ne: A.H. ya 21 salî, ji gundê Kîmar ê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ye û di 2020`an de hate revandin, R.M. ji gundê Coqa yê navçeya Mabata ya kantona Efrînê ye û di 2018`an de hate revandin, H.C. ji pêkhateya Ereb e û di sala 2018`an de hate revandin, M.C. 16 salî ye û ji gundê Îska yê navçeya Şêrawa ye.

(eh)

ANHA