Teror û çetetiya eşkere... çeteyên El-Hemzat kî ne?

Gelê Sûriyê û tevahî cîhanê hovanetirîn sûcên dermirovî û derexlaqî ku çeteyên dewleta Tirk li dijî Kurdên li Efrînê pêk tînin, dîtin. Çeteyên bi navê ‘Firqet El-Hemzat’ jin revandin û tazî kirin.

Teror û çetetiya eşkere... çeteyên El-Hemzat kî ne?
31 gulan, 2020   09:54
NAVENDA NÛÇEAYAN

Çeteyên El-Hemzat ji hêla DYA’yê û Tirkiyê ve ji destpêka aloziya Sûriyê ve li hundirê xaka Tirkiyê hatine perwerdekirin û bi rêya wê derbasî Sûriyê bûn.

Di 23’yê Nîsana 2016’an de û bi çavdêriya istîxbarata dewleta Tirk 5 kom bûn yek, navenda wan li bajarokê Marî yê bejahiyên parêzgeha Helebê ye, ew jî Lîwa Hemze, Lîwa Zîqar, Lîwa Reid El-Şîmal, Lîwa Marî El-Simûd û Lîwa Meham El-Xasa ne û bi wan koman Firqet El-Hemzat hat avakirin.

TÊKILIYA BI DAIŞ’Ê RE

Piştî derketina DAIŞ’ê li Sûriyê, Koalîsyona Navdewletî piştevanî pêşkêşî wê komê kir ku piştgiriya giştî ji dewleta Tirkiyê digire. Lê belê piştî demekê Koalîsyona Navdewletî piştevaniya xwe bêyî ku sedemekê nîşan bide, ji wê re rawestand. Lê diyar e ku sedem ji ber nêzbûna komê ji çeteyên DAIŞ`ê re bû.

Girêdayî mijarê, endama parlamentoya Tirkiyê ya parlamentera CHP’ê Tûr Yildiz Bîçer demeke berê pirsek ji parlamentoyê re pêşkêş kir, tê de daxwaz ji serokwezîrê berê Bînalî Yildirim kir ku bersiva pirsên der barê damezirînerê Firqet El-Hemzat de bide û wiha pirs kiribû: "Gelo Tirkiyê ew çêkiriye ku bi DAIŞ’ê re têkildar be?"

Di dema dagirkirina xaka Sûriyê di destê dewleta Tirk di Tebaxa 2016’an de Firqet El-Hemzat ji komên çete yên yekemîn ku bi rêya dergeha Karkamîş tevî artêşa Tirkiyê derbasî Cerablusê bûn û ew dever dagir kir. Di wê demê de serçeteyê Firqet El-Hemzat Sêf Ebû Bekir bû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku gelek çeteyên DAIŞ’ê tev li çeteyên Firqet El-Hemzat bûne, çeteyên EL-Hemzat jî di dawiya 2017’an de ragihand ku tev li ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ bûne ku perspektîf û fermanên yekser ji Tirkiyê digirin.

LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ BINPÊKIRIN BERDEWAM IN

Têkildarî kiryarên çeteyan, di serî de Firqet Hemzat raporên mafnasiyê behsa tirs û xofa li bajarê Efrîn û binpêkirinên li herêmê rû didin, kir.

Gelek kiryar hatine tomarkirin, ji wan înfaz û îşkencekirina jinan, mînaka wê jî çeteyên Ehrar El-Şerqiye yên girêdayî dewleta Tirk in. Siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef şehîd xistin, her wiha 2 hemşîreyên endamên tîma tenduristiyê di 12’ê Cotmeha 2019`an de li ser rêya bajarê Girê Spî înfaz kirin.

ÇETEKIRINA LI LÎBYAYÊ

Piştî sûcên li Sûriyê pêk anîn, çeteyên El-Hemzat berê xwe da Lîbyayê û kovara Der Spiegel a Almanyayê li ser zimanê serçeteyê komê ku bi eslê xwe ji bajarê Humisê yê Sûriyê ye, ragihand ku piştî nîvê Çileyê gihaşt Terablusê, şêwirmendên leşkerî yên Tirkan ew û 70 kesên ji Sûriyê perwerde kirin. Serçete di daxuyaniyeke xwe de wiha gotibû: "Me cilên leşkerî yên Tirkiyê û çek wergirtin, faktorên şerkirina li Lîbyayê ji ya Sûriyê baştir e, ji ber ku em di mêvanxaneyan de dijîn û mûçeyên me 20 qat ji yên li Sûriyê zêdetir e."

(bx-eh)

ANHA