Li Til Hemîsê 156 hiktar zevî şewitîn

Tîmên rewşên awarte û şêniyan du şewatên ku li gundewarê navçeya Til Hemîsê derketibûn vemirandin.

Li Til Hemîsê 156 hiktar zevî şewitîn
30 gulan, 2020   13:59
QAMIŞLO

Li gundê El-Hinwe û gundê Wawiye yên başûrê navçeya Til Hemîsê agir bi zeviyên çandiniyê ketin.

Komîteyên rewşên awarte û foca agirkujiyê ya navçeyê bi hevkariya tîma agirkujiyê ya navçeya Tirbepiyê şewat vemirandin beriya ku berfireh bibe.

Di encama şewatê de 60 donim ceh li gundê Wawiye şewitîn. Li rojhilatê gundê El-Hinwe  500 donim genim û hezar donim ceh şewitîn.

Heta niha sedema şewatê nehate zanîn.

(şx)

ANHA