Çeteyên Tirkiyê li gundewarê Serêkaniyê bi hev ketin

Di van kêliyan de komên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de li gundê Eyn Hisan li gundewarê Serêkaniyê ya dagirkirî bi hev ketine.

Çeteyên Tirkiyê li gundewarê Serêkaniyê bi hev ketin
27 gulan, 2020   14:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî komên çeteyên Tugeya Muwalî û koma çeteyên El-Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundê Eyn Hisan ê di navbera bajarê Serêkaniyê û herêma Til Helefê de bi dijwarî bi hev ketine.

Heta niha şerê wan berdewam e. Sedemê lihevketina çeteyan hîna nehatiye zanîn.

(şx)

ANHA