2 çeteyan xwe radestî QSD’ê kir

QSD’ê daxuyand ku 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker, piştî tevliheviyên navxweyî ji komên xwe veqetiyan û xwe radestî hêzên wan kir.

2 çeteyan xwe radestî QSD’ê kir
27 gulan, 2020   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro bi daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ragihand ku çeteyên bi navên Aras Mihemed Îsa Hec Elî û Mihemed Xêr Mihemed Deibul di demên cuda xwe radestî hêzên wan kir. QSD’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser aloziya di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de û diyar kir ku alozî berdewam dike.

Di daxuyaniya QSD’ê de wiha hate gotin:

“Piştî ku dewleta Tirk a dagirker Serêkaniyê û Til Ebyad dagir kirin, tê zanîn ku her roj di navbera çeteyên dagirker de ji ber berjewendiyên xwe yên komî, alozî û pirsgirêk derdikevin.

Ew çeteyên ku bi piranî bermahiyên DAIŞ’ê ne û ji bo mirovahiyê tahlûkeyeke mezin ava dikin, derveyî berjewendiyên xwe yên madî bi tiştekî din ve ne girêdayî ne û bi tu nirxên mirovahiyê ve eleqaya wan nemaye.

Ji ber ew alozî û pirsgirêkên ku di nav komên çeteyan de diqewimin, 2 çeteyên bi navê Aras Mihemed Îsa Hec Elî û Mihemed Xêr Mihemed Deibul di dîrokên cuda de ji Serêkaniyê reviyan û xwe radestî hêzên me kirin.

Ji wan her du çeteyan Aras Mihemed Îsa Hec Elî ji Dirbesiyê ye û tev li dagirkirina Serêkaniyê bûye.

Mihemed Xêr Mihemed Deibul ji Helebê ye û tev li dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê bûye. Her wiha di nav gelek komên çeteyan de wekî Liwa El Tewhîd, El-Cebhe El-Şamiye, Cebhet El-Nusra, Feyleq El-Şam û Ehrar El-Şam de cih girtiye.”

ANHA