Dewleta Tirk 25 erebeyên din derbasî Idlibê kirin

Artêşa Tirk a dagirker şandina sewqiyatên leşkerî û lojîstik ber bi Idlibê ve didomîne. Îro jî karwanekî ku ji 25 erebeyên leşkerî pêk dihat, derbasî herêmê bû.

Dewleta Tirk 25 erebeyên din derbasî Idlibê kirin
26 gulan, 2020   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku karwanekî leşkerî ku ji 25 erebeyan pêk dihat, bi rêya deriyê Kefer Losîn ê li ser sînorê bi Lîwa Îskenderon, derbas bû Idlibê  û ber nuqteya çavdêriyê ya dewleta Tirk a li baregeha El-Mestûma ya nêzî bajarê Idlibê ve çû.

Bi vê yekê hejmara erebeyên ku ji 5`ê Adarê ve derbasî xaka Sûriyê bûne, bû 3 hezar û 460, her wiha bi hezeran leşker jî derbas kirin.

(bx)