Li Qamişloyê şewata di depoyekê de hate vemirandin

Yekîneyên agirkujiyê, hêzên Hawarî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn şewateke mezin li bajarê Qamişlo ku li depoyeke mobîlyayê pêk hatibû, vemirand.

Li Qamişloyê şewata di depoyekê de hate vemirandin
26 gulan, 2020   11:20
QAMIŞLO

Li Qamişloyê ji ber pirsgirêkeke teknîk agir bi depoyeke mobîlyayê ket. Depo li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo ye. Ji ber agir hemû alavên di depoyê de şewitîn.

Her wiha 3 bermîlên mazotê ku di hundirê depoyê de bûn, şewitîn. Alavên di depoyê  de ku bi buhayê 8 milyon lîreyên Sûriyê bûn, şewitîn. Her wiha di encama şewatê de tu ziyanên mirovî çênebûn.

Yekîneyên agirkujiyê, hêzên Hawarî û hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya şêniyên herêmê şewat vemirand û nehişt ku bigihêje dikanên derdorê.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/orAGPQMKH5E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>