Heyva Sor a Kurd banga alîkariyê ji bo kampa Waşûkanî kir

Heyva Sor a Kurd a kampa Waşûkanî bang li rêxistinên mirovî yên tenduristiyê kir ku beşê labratwarê li kampê veke.

Heyva Sor a Kurd banga alîkariyê ji bo kampa Waşûkanî kir
Heyva Sor a Kurd banga alîkariyê ji bo kampa Waşûkanî kir
Heyva Sor a Kurd banga alîkariyê ji bo kampa Waşûkanî kir
26 gulan, 2020   01:10
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Kampa Waşûkanî di destpêka Mijdara 2019‘an de li bajarokê Tiwêna yê bajarê Hesekê hate avakirin. Di kampê de derdora 12 hezar koçber (Hezar û 862 kes) hene.

Ji destpêka vekirina kampê Heyva Sor a Kurd alîkardayîna koçberan di warê tenduristiyê de dike. Di vê çarçoveyê de navendek tenduristiyê ku ji gelek beşan pêk tê di kampê de vekir.

Endama rêveber a Heyva Sor a Kurd a Kampa Waşûkanî Cîhan Amir got, tevî ku zêdeyî 5 rêxistin di kampê de dixebitin, lê ji ber tunebûna beşê labratwar di kampê de zehmetiyan dikişînin.

Cîhan anî ziman ku rêxistinên di kampê de bêyî kadroyên pispor ê ambulance ne, ji ber vê yekê nexweşan dişînin navenda Heyva Sor a Kurd, ev yekê barê wan giran dike. Cîhan got: "Tenê ji bo tehlîlan û tunebûna beşê labratwarê, em rojane em zêdeyî 9 nexweşan dişînin nexweşxaneyên bajarê Hesekê û Til Temirê ."

Cîhan Amir bang li rêxistinên mirovî kir dema navendên xwe di kampê de vekirin destekê bidin Heyva Sor a Kurdî û beşê labratwarê vekin.

ANHA