Ev du rojin…Artêşa Tirk zeviyên rojavayê Til Temirê dişewitîne

Ev du rojin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agir bi zadên gundewarên rojavayê navçeya Til Temrê dixînin.

Ev du rojin…Artêşa Tirk zeviyên rojavayê Til Temirê dişewitîne
24 gulan, 2020   11:45
HESEKÊ

Duh artêşa Tirk û çeteyên wê yên bi navê"Artêşa Niştimanî ya Sûrî" agir bi hilberînên gelek gundan xistin û lê hîn jî zadên gundewarên navçeyê Til Temrê dişewitînin.

Ev du rojin artêşa Tirk û çeteyên wê agir bi hilberînên gundan dixînin û ji wan gundên(Erîşa, Dawidiyê, Sîbatiyê û Ezîziyê). Her wiha zadên gundên Reyhaniyê, Qasimiyê û Um El-Kêf a başûrê bajarê jî hatin şewitandin.

Agir berbelav dibe û şêniyên gundê Til Tewîl ê başûrê rojavayê bajêr ditirsin ku agir bigihêje hilberînên wan jî.

Artêşa Tirk û çeteyên wê tîmên agirkujiyê dikin armanc, ji ber vê tîm nikare xwe bighîne devera şewatê.

)eh(

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Vk1ayr-QNeM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>