QSD`ê şaneyeke veşartî ya girêdayî DAIŞ`ê girt

Şaneyek veşartî ya girêdayî çeteyên DAIŞ`ê ku xwe amade dikirin di Cejna Remezanê erişeke teqemenî bikin, ji aliyê Yekîneyên taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatin girtin.

QSD`ê şaneyeke veşartî ya girêdayî DAIŞ`ê girt
QSD`ê şaneyeke veşartî ya girêdayî DAIŞ`ê girt
QSD`ê şaneyeke veşartî ya girêdayî DAIŞ`ê girt
QSD`ê şaneyeke veşartî ya girêdayî DAIŞ`ê girt
QSD`ê şaneyeke veşartî ya girêdayî DAIŞ`ê girt
QSD`ê şaneyeke veşartî ya girêdayî DAIŞ`ê girt
21 gulan, 2020   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hat eşkerekirin ku ev şaneya ku amadekariya êrişê dikir ji hêla kesekî ku li Serêkaniyê dimîne de tê birêvebirin.

Şaneya ku ji 3 kesan pêk tê li herêma El-Kesrat li Reqayê hatiye girtin. Her 3 çeteyên ku di nav vê şaneyê de cih digirin yên bi navên; Ebdulbazî Aqle El-Casim (35 saliye û di nava çeteyan de bi navê Ebû Emîr tê naskirin). Hesinkar e û erka wî amadekirina teqemeniyan, bombeyan û mayînkirina erebeyan e.

Çeteyê din bi navê Mihemed Hemed El-Selamê(25) ye û ji Dêrazorê ye(di nav çeteyan de bi navê Ebû Ibrahîm El-Xîlafe tê naskirin).  Piştî tunekirina DAIŞ`ê li Baxozê di 21`ê Adara 2019`an de erka wî ya sereke kirîna erebeyan ji bo ku werin mayînkirin.

ŞANE JI HÊLA KESEKÎ LI SERÊKANIYA DAGIRKIRÎ TÊ BIRÊVEBIRIN

Mihemed Hemed El-Selame talîmat ji çeteyê bi navê Ziyad ê ku niha li herêma Serêkaniyê dimîne, werdigire. Serêkaniyê jî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin.

El-Selame li xwe mikur hat ku ew desteka malî yekser ji çeteyê bi navê Ziyad digire. Têkiliyên wî bi çeteyekî din re yê ku li herêmên dagirkirî li Bakurê Sûriyê bi navê Ebû Esed re hene.

Beriya ku şane were girtin, çeteyan 15 bombe amade kirine û plan kirine ku taksiyek bombebarkirî derbasî bajarê Reqayê bikin da ku beriya cejnê biteqînin.

Çeteyên sêyemîn jî bi navê Ibrahîm Hilwe El-Ibrahîm(22) e( di nav çeteyan de bi navê Ebû Xelîl tê naskirin). Ew jî di cih de li cem wî bombe û erebeyek bombebarkirî  hate girtin.

(şx)

ANHA