Jinên Dêrazorê kiryarên dewleta Tirk şermezar kirin

Jinên Dêrazorê kiryarên dewleta Tirk ên li herêmên bakurê Sûriyê yên dagirkirî şermezar kirin û bang li rêxistinên peywendîdar kir ku destwerdanê bikin.

Jinên Dêrazorê kiryarên dewleta Tirk şermezar kirin
21 gulan, 2020   10:59
DÊRAZORÊ

Êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê li herêmên Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn, Ezaz û herêmên din ên ku dagir kirine, zêdetir bûne û der barê vê yekê de Mala Jinan a bajarokê Kesera yê rojavayê Dêrazorê daxuyaniyek da.

Endamên Meclisa Jinan a Cezratê, meclisên herêmê, Meclisa Malbatên Şehîdan ên li gundewarên rojavayê Dêrazorê beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn. Endama Mala Jinan Hiyam Ehmed daxuyanî xwend.

Daxuyaniya wiha ye:

"Bi navê jinên Dêrazorê em bi tundî kiryarên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî xaka Sûriyê şermezar dikin.

Erdogan û çeteyên wî  derbasî xaka Efrînê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn û goristinanên şehîdan xerab kirin, bermahiyên şehîdan û cenazeyan xerab kirin û wêneyê şehîdan ji malbatên wan re şandin, ev jî bi pîvanên mafên mirovan re bi nakok û kiryarekî derexlaqî ye di heman demê de ev ne cara yekemîn e ku artêşa Tirk û çeteyên wê goristanên pîroz diruxînin.

Kiryarên artêşa Tirk û çeteyên wê nîşaneya kîn û siyaseta Tirkiyê dagirker a ku hewldana qirkirina gelan dike, dide.

Di dawiyê de divê rêxistinên peywendîdar destwerdanê bikin û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê bi dawî bikin û hesab ji Tirkiyê were xwestin."

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IpVY12INiKY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>