Li rojavayê Kobanê dewriyeya hevbeş a Rûsya û Tirkiyê

Hêzên Rûsyayê û artêşa Tirk a dagirker li rojavayê Kobanê dewriyeyeke hevbeş pêk anî.

Li rojavayê Kobanê dewriyeya hevbeş a Rûsya û Tirkiyê
21 gulan, 2020   08:17
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker û Rûsya li ser esasê hevpyemana Soçiyê dewriyeyên hevbeş bi rê ve dibin û îro ji gundê Aşmê yê ser bi sînorê rojavayê Kobanê dest bi dewriyeyê kirin û ber bi gundên Carqelê, Cibinê, Mişko, Qereqûwê, Siftek, Boban, Sosan, Dîkmaş, Qiran, Beyadê û Zormixar çûn.

Dewriye ji 4 panzêrên artêşa Tirk û yên Rûsyayê, her wiha ji du helîkopterên Rûsyayê pêk tê.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2Avmirq0y5g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>