Çeteyên dewleta Tirk sewalên şêniyan didizin

Çeteyê dewleta Tirk a dagirker li gundewarê navçeya Til Temirê sewalên şêniyên herêmê didizin.

Çeteyên dewleta Tirk sewalên şêniyan didizin
Çeteyên dewleta Tirk sewalên şêniyan didizin
20 gulan, 2020   15:33
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Hinek malbatên gundê Um El-Xêr li başûr rojavayê navçeya Til Temirê li kantona Hesekê di ronahiya sibê de rastî talankirina çeteyên dagirkeriya Tirk hatin.

Çeteyan 300 seriyên pez ên girêdayî 5 malbatan dizîn. Malbatan dema hewl dan seriyên pez vegerînin, çeteyan li wan xistin û gotinên nebaş ji wan re gotin.

Şêniyê bi navê Ehmed El-Hedad got: “Min di saet 6:00`ê sibehê de pez li ser rêya M4 li nêzî gundê Lîlan ê di bin kontrola artêşa Tirk a dagirker de diçêrandin. Çeteyan 35 seriyên pez dizîne. Dema tevî xizmên xwe diçûm gundê Lîlan da ku gilî bikim, li me xistin û gotin ji me re gotin.”

 

El-Hedad destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker bi armanca talankirin û kuştinê sivîlan dikin hedef.

 

Di heman mijarê de şêniya bi navê Emîne Mihemed ê ji gundê Um El-Xêr got: “Çeteyan sewalên me dizîn û kurê min qewitanidn. Dema em çûn gundên di bin kontrola dagirkeriyê de ji bo sewalên xwe vegerînin, çeteyan em qewitandin û tenê me hejmarek kêm a keriyê pez vegerand.”

Têkildarî heman mijarê sivîlên ku çeteyan wan talan kirine û nexwestin navên xwe eşkere bikin îşaretpê kirin ku çeteyan dîmenên wan kişandine û wan neçar kirine bêjin ku çeteyan sewalên ku dizîne vegerandine.

Sivîlan destnîşan kir ku çeteyan li beramberî vegerandina sewalan fîdye ji wan xwastine. Çeteyan 5 milyon lîreyê Sûriyê wergirtin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/X3y2s-D4Oxk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>