Îran hişyariya DYA’yê paşguh dike

Di demekê de ku di navbera Tehran û Washingtonê nakokî li ava Kendavê hene, Hêzên Deryayî yên Îranê diyar kir ku ew ê berjewendiyên Îranê di Kendavê de biparêzin.

Îran hişyariya DYA’yê paşguh dike
20 gulan, 2020   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa ISNA ya Îranê îro ragihand ku Hêzên Deryayî yên Îranê dê hêzên xwe yên birêxistinkirî di Kendavê de bihêle. Ev yek piştî rojekê ji hişyarkirina DYA`yê ji keştîvanan re ku dûrî keştiyên şer ên DYA’yê bimînin, çêbû.

DYA`yê roja sêşemê hişyarî da keştiyên leşkerî yên dewletên din ku nêzî keştiyên wê yên şer ên di ava navneteweyî û tengava Hurmizê de nebin.

Fermandariya Navendî ya DYA’yê diyar kir ku keştiyên biçek ên ku 100 metreyî nêz dibin,  dibe ku vê yekê wek gef pênase bike û ji aliyê keştiyên DYA’yê ve rastî tedbîrên parastinê yên zagonî werin.

Ajansa ISNA li ser zimanê berpirsekî leşkerî wiha ragihand: "Yekîneyên deryayî yên Komara Îslamî ya Îranê dê di kendava Farisî û kendava Umanê de erkên xwe yên normal li gorî pîvanên xebatê wekî berê dewam bike."

Her wiha wezîrê parastinê yê Îranê û Emîr Hatimî tekez kir ku Îran dê bi xurtî bersiva çi astengiyên ji aliyê DYA’yê ve li ser tevgera keştiyên petrolê yên Îranê bide.

(bx)