Nûnera Taybet a Lîbyayê ya NY: Hikûmeta Wîfaqê agirbestê binpê dike

Nûnera Taybet a Lîbyayê ya NY‘yê Stephanie Williams got, hikûmeta Wîfaqê agirbesta ku hatiya îlankirin binpê dike û bang pêkanîna biryarên qedexekirina çekan ji bo Lîbyayê kir.

Nûnera Taybet a Lîbyayê ya NY: Hikûmeta Wîfaqê agirbestê binpê dike
19 gulan, 2020   18:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnera Taybet a Lîbyayê ya NY‘yê Stephanie Williams li pêşberî Konseya Ewlekariyê ya NY‘yê fikarên xwe derbarê rewşa koçber û penaberan de anî ziman û got, pêwîste aliyên lîbî bilez agirbest pêk bînin û li xeta siyasî vegerin.

Williams destnîşan kir ku ji ber aloziya koronavîrusê pêwîstiya bi milyonan lîbî bi destekê heye û daxuyand ku şerê li Lîbyayê ji ber bêtir giran dibe.

Duh duşemê, rayedarên siyaseta derve ya Yekitiya Ewropa Josep Borrell di pêwendiyeke telefonî de bi serokê Hikûmeta Wîfaqê Fayiz El-Serac re fikarên xwe derbarê şerê li Terablusê û derdora wê anî ziman.

Li gorî nûçeya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) a îroyê, beşek nû ya çeteyên Sûrî yên girêdayî dewleta Tirk gihaştin Lîbyayê da ku li gel hikûmeta Wîfaqê re şer bikin.