Li bakurê Dêrazorê jî agir bi zeviyan ket 

Li gundewarên bakurê bajarê Dêrazorê agir bi zeviyan ket û di encamê de bi sedan hektar erd şewitî. Her wiha agir bi hin malan jî ket. 

Li bakurê Dêrazorê jî agir bi zeviyan ket 
17 gulan, 2020   12:54
DÊRAZOR

Îro li herêmên Im Midfai û Xinêrîz El-Hûlamiya şewat pêk hat û di encamê de bi sedan hektar zeviyên genim şewitîn û agir bi gelek malan jî ket.

Tîmên agirkujiyê hewl didin bi hevkariya gel şewatê kontrol bikin.