Li Los Angelesê teqîn; 11 birîndar

Li bajarê Los Angeles ê DYA’yê li navendeke bazirganiyê şewatê rê da û di dema hewldanên vemirandinê de teqînek pêk hat. Di teqînê de 11 xebatkarên agirkujiyê birîndar bûn.  

Li Los Angelesê teqîn; 11 birîndar
17 gulan, 2020   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya tîma agirkujiyê ya Los Angelesê ragihand ku kesên birîndar bûne, rewşa wan nehate zanîn.

Berdevkê tîma agirkujiyê daxuyand ku 230 xebatkar ji bo vemirandina şewatê dixebitin.

Rêveberiya tîma agirkujiyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ji bo dermankirina endamên tîma agirkujiyê beşeke taybet vekirin.

(ekîb)