Çavkanî: Artêşa dagirker amadekariyên avakirina baregehên leşkerî li Zirganê dike

Çavkaniyekî ji ANHA‘yê re ragihand ku, artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Zirganê ji niştecihên wê vala kirin da ku baregehên leşkerî lê ava bikin.

Çavkanî: Artêşa dagirker amadekariyên avakirina baregehên leşkerî li Zirganê dike
4 gulan, 2020   17:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ji ANHA‘yê diyar kir ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker niştecihên gundên Enîq El-Hewa û Um El-Uşbe yên başûrê rojavayê navçeya Zirganê ji gund derxistin da ku baregehên leşkerî lê ava bikin.

Çavkaniyan her wiha ragihandin ku leşkerên Tirk 50 hezar lîreyên Sûrî ji her welatiyekî ku dixwaze milkên xwe ji gund veguhêze destine, her wiha alavên wan ên çandiniyê desteser dikin.

Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker dest bi xirabkirina malên gundê Dawidiya Mele Selam ê li başûrê rojavayê navçeya Zirganê ya kantona Hesekê kir û piştgiriya şêniyên gund a bi Rêveberiya Xweser re kir hincet.

ANHA