Efrîniyên li Şehbayê teqîna dawîn a li Efrînê şermezar kir

Koçberên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin, binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker ên li herêmên Efrîn û Şehbayê û di nav de teqîna dawîn a li Efrînê şermezar kirin û got “Ev kiryar berdewama kiryarên Osmaniyan e.”

Efrîniyên li Şehbayê teqîna dawîn a li Efrînê şermezar kir
3 gulan, 2020   07:31
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Koçberên Efrînê yên ku ji ber zilm û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker koçî herêma Şehbayê bûne, binpêkirinên dewleta dagirker ên li herêmê şermezar kirin û got dewleta Tirk berpirsê teqîna 28’ê Nîsanê ya li Efrînê ye. Efrîniyan îşaret pê kir ku ew teqîn berdewama binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye.

Efrîniyên ku li kantona Şehbayê li Kampa Serdemê dimînin ji ANHA’yê re axivîn.

Şêniya bi navê Nedye Mihemed got: "Koka artêşa Tirk a dagirker Osmanî ne. Tevahiya kiryarên dermirovî yên wek teqîna li Efrînê pêk anîye û pêk tîne. YPG’ê tewambar dike û xwe ji pêkanîna teqînê dişo. Em wan kiryarên li erdê me û li dijî gelê me şermezar dikin."

Şêniyê bi navê Şaban Silêman got: "Li ber çav û guhê cîhanê, em ji Efrînê ji ber êrişa artêşa Tirk a dagirker ên bê ser û ber hatin koçberkirin. Ruxmî ku beşek mezin ji şêniyên Efrînê koçber bûn, lê dagirkerî hîna zextê li şêniyan dike û bi binpêkirinên xwe didomîne. Dagirker armanc dike ku şêniyên resen bide koçberkirin. Da ku demografiya herêmê biguhere."

Têkildarî heman mijarê şêniyê bi navê Ferhad Elî jî wiha got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê bi hincetên ne rast şerekî dimeşînin. Da ku qada dagirkirina xwe fireh bikin. Erdogan islamê îdia dike û di rojên Ramazanê de teqînan pêk tîne, sivîl û zarokan dikuje."

Elî bang li NY û rêxistinên mafên mirovan kir ku rewşa koçberan a ji ber binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker bibînin.

Di 28’ê Nîsanê de teqîneke mezin li Efrînê pêk hatibû û di encamê de 100 sivîl mirin û birîndar bûn. Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî gotibû: “Ev kiryareke terorîstî ye û cihê şermezariyê ye. Bû sedema kuştina giyanên bêguneh. Ev kiryara sûcdarî encama siyaseta wêrankirinê ya artêşa Tirk a dagirker e ku li bajarê aştiyê û zeytûnê dide meşandin.”

Meclisa Sûriya Demokratîk teqîn şermezar kiribû û Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser jî diyar kiribû ku Tirkiye berpirsê teqînê ye. YPG`ê jî destnîşan kir ku tu têkiliya wan bi teqînê re tune ye.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qmxVAZq1R04" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>