​​​​​​​Li Başurê Kurdistanê di 24 saetan de 11 kes bi Koronavîrusê ketine

Hat ragihandin ku li Başûrê Kurdistanê di 24 saetên dawî de 11 kesên bi Koronavîrusê ketine hatine tespîtkirin.

​​​​​​​Li Başurê Kurdistanê di 24 saetan de 11 kes bi Koronavîrusê ketine
28 nîsan, 2020   18:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê têkildarî daneyên 24 saetên dawî yên Koronavîrusê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de li Herêma Kurdistanê ji hezar û 121 kesan re test hatine kirin û 11 kesên bi Koronayê ketine hatine tespîtkirin. Ji wan welatiyekî  75 salî yê li Hewlêr rûdine, piştî jiyana xwe ji dest daye, derketiye holê ku bi şewba vîrusa Koronayê ye.

Li gor daneyên dawî li Herêma Kurdistanê heta niha 366 kes bi Koronayê ketine, ji wan 5 kesan jiyana xwe ji dest daye, 322 kes baş bûne û yên din jî di kontrola bijîşkî de ne.