Li Idlibê di navbera çeteyan û artêşa Tirk de alozî derket

Li herêma Marat El-Nasan piştî ku çeteyan bendên axê yên artêşa Tirk ji bo qurkirina rêya bazirganiyê bi herêmê rejîmê re danîbûn rakirin, di navbera çeteyên Heyete Tehrîr El-Şam û leşkerên artêşa Tirk a dagirker de alozî derket.

Li Idlibê di navbera çeteyan û artêşa Tirk de alozî derket
28 nîsan, 2020   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Marat El-Nasan piştî wê bûyerê navbera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Tugeya El-Şam ji aliyekê ve û Heyet Tehrîr El-Şam ji aliyekî din ve aloziya leşkerî derket.

Çeteyên Tehrîr El-Şam dixwazin deriyê di navbera herêmê û herêmên hikumeta Sûriyê de vekin. Lê artêşa Tirk vê yekê nahêle çete rê vekin û kamyonên bazirganî bigihêjin deriyê.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) destnîşan kir ku gelek erebeyên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker li nêzî rêya bajarokê Kitiyan belav bûne da ku pêşiya kamyonên çeteyên Tehrîr El-Şam bigirin û nehêlin derbasî herêmên di bin serweriya hikumeta Sûriyê yê li nêzî bajarokê Marat El-Nasan de bibin.

Di heman mijarê de "Hikumeta Inqaz" a girêdayî çeteyên Tehrîr El-Şam hewl dide hejmarek malbatên koçber ên ji herêmê El-Sarman a başûrê Idibê û di nav kampekê de nêzî gundê Keftîn li bakurê Idibê dimînin biqewtîne.

Erdê ku kamp li ser hatiye avakirin a kesekî ji taîfeya Dirzî ye. "Hikumeta Înqaz" bi piştgiriya çeteyên Tehrîr El-Şam hewl dide tevahiya milkên kesên ji ol û taîfeyên din li tevahiya herêmên Idlibê û gundewarê wê desteser bike.

Li gorî SOHR çeteyan koçberan hişiyar kirin ku di 72 saetan de kampê vala bikin.

(şx)