Li Îsraîlê bîlançoya Koronayê kêm dibe, tedbîr sivik dibin

Li Îsraîlê heta vê kêliyê 208 kes ji ber Koronavîrusê mirine û 15 hezar û 589 kesên din bi vîrusê ketine. Hikumeta Îsraîlê piştî ku hejmara mirî û nexweşan kêm bû hewl dide qeydên rewşa awarte sivik bik.

Li Îsraîlê bîlançoya Koronayê kêm dibe, tedbîr sivik dibin
28 nîsan, 2020   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê îro ragihand ku hejmara miriyan a ji ber Koronavîrusê li welêt gihaşt 208 kesan. Her wiha 15 hezar û 589 kes jî virus vegitine.

Dazgehên çapemeniyê ya Îsraîlê bi bîr xistin ku wezareta tenduristiyê diyar kiriye ku hejmara nexweşên ku rewşa wan kirîtîk e sivik bûye û hejmara kesên li ser cîhazê bêhnvedanê ya çêkirî ne 7 hezar û 375 nexweş in.

Her wiha destnîşan kirin ku asta belavbûna vîrusê û hejmara nexweşên ku rewşa wan giran in bi rêjeya ji sedî 9.3 kêm bûye.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku di 24 saetên dawîn de 34 kes bi vîrusê ketine. Ev hejmar li gorî destpêka belavbûna vîrusê li welêt kêm e.

Li ser wê wezareta tenduristiyê agahî da nexweşxaneyan ku beşên Koronavîrusê bigirin. Ji aliyê xwe ve hikumeta Îsraîlê sivikkirina tedîrên ku li dijî Koronavîrusê girtine, didomîne. Tê payîn ku dibistan di hefteya bê de roja Yekşemê destpê bike.

Girêdayî mijarek din, artêşa Îsraîlê li bajarê Kefar Saba bi îdiaya hewldana kuştin bi kêrê, gule li ciwanek filistînî berdan. Di encamê de ciwan bi giranî birîndar bû. Di heman bûyerê de jinek Îsraîlî bi awayekî navîn birîndar bû.

Ragihandina Filistinê ragihand ku ciwanê 19 salî ji şêniyên bajarê Tolkerem ê Difa Xerbiye ye. Polîsan piştî ku ciwanek birîndar kirin girtin. Ji aliyê xwe ve ragihandina Îsraîlê bi bîr xist ku jina Îsraîlî ya birîndar bûye ji nexweşxaneyê re hate rakirin.

(şx)