Gaziyên Kobanê êrişa li Zînî Wertê şermezar kir

Saziya Gaziyan a Kobanê der barê êrişa li Zînî Wertê daxuyaniyek da û bang li yekitiya Kurd kir.

 Gaziyên Kobanê êrişa li Zînî Wertê şermezar kir
28 nîsan, 2020   11:16
KOBANÊ

Endama Saziya Gaziyan Şêrîn Osman daxuyanî li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Di van rojên teng de û bi taybet di nav beleavbûna nexweşiya koronavîrusa û banga Neteweyên Yekbûyî ya agirbestê û têkbirina vîrusê de, AKP’ê vê rewşê ji xwe re wek fersendekê digire û êrîşên li ser gelê kurd ranawestîne . Her wiha AKP’ê alîkariya PDK’ê dike ku careke din şerê birakujî bi pêş bixe. Li aliyekî din jî her kes dizane ku PKK’ê her banga aştî û aramiyê li her çar parçeyên Kurdistanê dike, lê aramana PDK’ê bi van hewldanan têkbirina hedefa PKK’ê û şikandina yekitiya kurdan e. Zêdetirî 20 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk bi desteka PDK’ê li Başûrê Kurdistanê hatine bicihkirin û hê jî destekê dide dewleta Tirk û hêzên xwe li Zînî Wertê belav kirin. Li aliyekî din jî PDK’ê daxuyaniyan dide û dibêje bila PKK’ê ji herêmên Başûrê Kurdistanê derkeve da ku bi wê re jî bagregahn bi cih bike. Her wiha daxuyaniya PDK’ê dikevin xizmeta dewleta Tirk û nakevin xizmeta gelê Kurd û destkeftiyên wê, bi wê re jî deriyê şerê birakujiyê vedike û daxwaza AKP’ê pêk tîne.

Em wek Saziya Gaziyan a Kobanê vê planê şermezar dikin û banga li PDK’ê dikin nebe amûrê dijmin  da ku şerê birakujiyê çênebe, her wiha biratî û aştiyê dixwazin. Li aliyekî din jî bang li hemû saziyên mirovahî ,rewşenbîr ,siyasî û her kesên xwedî wîjdan dikin helwesta xwe ji van pilanên xerab re aşkere bikin."

(om)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AOhvDiY4DuA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>