Bi navê "şoreşa birçiyan" xwepêşandanên Lubnanê careke din vedigerin

Piştî du mehan ji ber bilindbûna buhayan û lîstina bi buhayê dolar, duh careke din li dijî hikumeta Lubnanê li kolanan di bin navê "şoreşa birçiyan" de, xwepêşandanan rû da.

Bi navê "şoreşa birçiyan" xwepêşandanên Lubnanê careke din vedigerin
28 nîsan, 2020   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro bi sedan xwepêşandêran rêyên sereke li kolana Sûriyê ku li navrasta herêmê ye û ji aliyekî ve bi El-Qube û ji aliyê din ve jî bi parêzgeha Ekar a Terabilusê ve girê dide, qut kirin. Her wiha cama banka El-Etîmad El-Kain a li Bolîvar El-Mîna şikand. Ji ber bilindbûna buha û lîstina bi buhayê dolaramn, li welêt xwepêşandan hene.

Li qada Abdulhemîd Keramî jî di navbera xwepêşandêr û artêşê de pevçûn derket û ji bo jihevkirina xwepêşandêran, endamên artêşê gule reşandin.

Duh êvarê, fermandariya artêşa Lubnanê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku hin kesan tevlîhevî derxist û destdirêjî li milkên taybet û giştî kir, her wiha hin şaxên bankan hatin şewitandin û li dijî yekîneyên artêşê yên belavbûbûn jî, çalakî hatin kirin. Li gorî daxuyaniyê, erebeyeke leşkerî bi bombeyeke molotof û dewriyeyeke din bi bombeyeke destan, hatin hedefgirtin û di encamê de 2 leşker bi sivikî birîndar bûn.

Fermandariya artêşê bang li welatî û xwepêşandêrên bêçek kir ku bi lez xwepêşandanan bi dawî bikin û qadan vala bikin. Her wiha hişyarî da ku dê li dijî kesên ewlehiyê têk dibin, tedbîrên hişk bigirin.

Di heman der barê de, tora El-Erebiyê Net da zanîn ku welatiyê Lubnanê Fewaz El-Seman (26) di pevçûnên duh ên di navbera xwepêşandêr û artêşê de hat kuştin û 39 sivîl û leşkerên din jî birîndar bûn.

(cx)

ANHA