​​​​​​​Qonaxa yekemîn a paqijkirina çema Ceqceq bi dawî bû

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo qonaxa yekemîn a paqijkirina qenaya çema Ceqceq ku di nava bajêr re diherike, bi dawî kir. Dê di qonaxa duyemîn de ji bo pêşîlêgirtina belavbûna bêhna nebaş di germahiyê de, çem bê dezenfektekirin.

​​​​​​​Qonaxa yekemîn a paqijkirina çema Ceqceq bi dawî bû
​​​​​​​Qonaxa yekemîn a paqijkirina çema Ceqceq bi dawî bû
​​​​​​​Qonaxa yekemîn a paqijkirina çema Ceqceq bi dawî bû
​​​​​​​Qonaxa yekemîn a paqijkirina çema Ceqceq bi dawî bû
​​​​​​​Qonaxa yekemîn a paqijkirina çema Ceqceq bi dawî bû
28 nîsan, 2020   11:37
QAMIŞLO- SILAVA ABDUREHMAN- HÊLÎN HESEN

Çema Ceqceq ji du kaniyan li girê Tor Abdîn ê Bakurê Kurdistanê tê û ji bajarê Nisêbînê derbasî bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe û li çema Firatê bi dawî dibe. Dirêjahiya çem 126 km e.

Berevajî çemên din ku xweşikbûnê didin herêmên ku tê re deras dibin, çema Ceqceq ji ber ku tev li ava kanalîzasyonê dibe bêhna nebaş jê tê. Beriya çend salan dewleta Tirk berê qenalên kanalîzasyonê yên bajarê Nisêbînê ber bi çema Ceqceq ve kiribû, lewma bêhna nebaş ji çemê tê.

Şêniyên taxa Tay ku lawiran xwedî dikin, bermahiyên lawirên xwe diavêjin çem, her wiha şênî gilêşê diavêjin çem û gemara cihê serjêkirina lawiran jî dikeve çem, lewam dema ku çema Ceqceq dikeve bajarê Qamişlo qirêj dibe û bêhna nebaş û nexweşiyan di nava gel de belav dike.

Şaredariya Gel a Qamişlo hewl dide ku paqijya çem û xweşikbûna bajêr, biparêze. Bi taybetî ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê, gelek tedbîr hatin girtin ku yek ji wan paqijkirin û dezenfektekirina çema Ceqceq bû.

Hevserokê Komîteya Şaredariyan û Jînegehê ya bajarê Qamişlo Mesûd Yûsif diyar kir ku wan di 6`ê Nîsanê de dest bi hemleya paqijkirin û dezenfektekirina çem kir û dê li ser çend beşan pêk bê. Di qonaxa yekê de bi hevkariya şîrketa Zagors, gilêş û gemar ji çem hat derxistin.

Mesûd Yûsif da zanîn ku dê di qonaxa duyemîn de çem bê dezenfektekirin da ku bêhna nebaş û baktîrya bi dawî bibe. Her wiha dê malên derdora çem bên dezenfektekirin û di qonaxa sêyemîn de dê kêleka çem bê bilindkirin da ku rê li pêşiya avêtina gilêş û bermahiyên lawiran bê girtin.

Yûsif bi bîr xist ku kadroyên wan der barê çawaniya paqijkirina çem de bi awayekî daîm, lêkolînekê çêdikin.

Yûsif bang li şêniyan kir ku gilêş û gemarê navêjin çem.

(cx)

ANHA