Rêveberiya Xweser: Hedefgirtina Kobanê berpirsiya Rûsya û DYA’yê ye

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê berpirsiyariya êrişa dewleta Tirk a firokeyên bêpîlot li Navenda Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Kobanê hilgirt ser DYA û Rûsyayê.

Rêveberiya Xweser: Hedefgirtina Kobanê berpirsiya Rûsya û DYA’yê ye
28 nîsan, 2020   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî çend saetan ji hedefgirtina firokeyên bêpîlot ên dewleta Tirk vê sibehê ya Navenda Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi du moşekan, Rêveberiya Xweser a herêma Firatê li pêş avahiya Meclisa Rêveber  a Herêma Firatê daxuyaniyek da.

Bi beşdariya rêveberên saziyên sivîl ên herêma Firatê hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Şahîn daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dema ku tevahî gelên cîhanê û dewletên wê li dijî têkbirina pandemiya Koronavîrusê hevgirtî ne û bi rasthatina meha Remezanê re, dewleta Tirk bi firokeyên xwe yên bêpîlot vê sibehê bajarê Kobanê bombebaran kir. Bi vê yekê tevahî peymanên ku berê îmze kirine, paşguh dike.

Li gorî peymana ku di dawiya sala borî de di navbera Rûsya û QSD’ê de hatiye îmzekirin, divê QSD ji tevahî sînorê herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişe.

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê di daxuyaniya xwe de bang li Rûsya û DYA’yê kir ku li gorî sozên xwe der barê garantiya ewlehiya xaka Sûriyê û sînordarkirina êrişên Tirkiyê yên rojane li dijî gundên kantonên Girê Spî û Kobanê pêk tên, tev bigerin, tevî ku 6 meh di ser vekişîna QSD’ê ji herêmên sînor ên herêmê re derbas bûye.

Firokeyên bêpîlot ên artêşa dewleta Tirk vê sibehê du moşek avêtin navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Kobanê û tenê zirarên madî çêbûn.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/s1mqLiA9QzU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>