Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa dewleta Tirk daxuyaniyek da

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hêzên garantor ên peymana agirbestê ya têkildarî tevahî herêmên li ser sînorê Tirkiyê kir ku erkên xwe li hember parastina ewlehî û aştiya şêniyan pêk bînin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa dewleta Tirk daxuyaniyek da
28 nîsan, 2020   09:37
NAVNEDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa bi firokeya bêpîlot a dewleta Tirk a vê sibehê li ser navendeke wan a li Kobanê, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên dewleta Tirk a dagirker li gel pêkanîna hêzên me ya pêşîlêgirtina berbelavbûna Koronavîrusê (Covid-19) û banga navneteweyî ya agirbesta tevahî aliyan, herêm û hêzên me hedef digire.

Sibeha îro (28’ê Nîsanê) firokeyeke bêpîlot a dewleta Tirk navendeke me ya ewlehiyê ya li bajarê Kobanê hedef girt.

Bombeya yekemîn saet di 03.00’yan de dema ku hate avêtin, teqiya û tenê zirarên madî çêbûn. Li aliyekî din jî saet di 03:45’ê vê sibehê de bombeyek piştî 10 deqeyan ji avêtinê teqiya, her wiha di her du teqînan de tu ziyanên canî çênebûn.

Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast dikin ku li gorî banga navneteweyî ya agirbesta di navbera tevahî aliyan de tev digerin. Her wiha em bang li hêzên garantor ên peymana agirbesta li tevahî herêmên bi ser sînorê dewleta Tirk ve dikin ku erkên xwe li beramber ewlehî û aştiya şêniyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hedefgirtina dewleta Tirk a dagirker a herêmên me, pêk bînin."

(fr)

ANHA