Koalîsyon Erebî: Di 48 saetan de Hûsiyan 151 caran agirbest binpê kir

Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî aşkera kir ku vê sibehê Hûsiyan ji dirêjkirina dema agirbestê li Yemenê di 48 saetan de 151 carî agirbest binpê kiriye, mîna binpêkirinên kiryarên leşkerî, bikaranîna çekên sivik û giran.

Koalîsyon Erebî: Di 48 saetan de Hûsiyan 151 caran agirbest binpê kir
28 nîsan, 2020   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Koalîsyona Erebî bal kişand ser ku divê li gorî rêbazên pevçûnan li gel parastina rewa, xwe ragirin. Koalîsyonê diyar kir ku li gorî agirbestê û piştevaniya keda nûnerê taybet ê Yemenê Martin Griffiths tev digerin.

Koalîsyon ji 23’yê Nîsanê de dema agirbestê heta mehekê dirêj kir. Her wiha berê jî di 8’ê Nîsana 2020’an de agirbest bi dema 2 hefteyan ragihandibû.

Li aliyekî din jî der barê daxuyaniya Koalîsyona Erebî ya li ser pêşdeçûnên li Yemenê de Hûsiyan heta niha tu tişt zelal nekiriye.

(fr)