Hefter peymana Sixêrat îbtal kir

Fermandarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter îbtalkirina lihevkirina Sixêrat ji bo çareserkirina rewşa welat ragihand û got: "Ev lihevkirin bû beşek ji dema borî"

Hefter peymana Sixêrat îbtal kir
27 nîsan, 2020   19:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Hefter di axaftinekê de ku gelê Lîbyayê muxateb kir got: "Parastina mafên gelê Lîbyayê erkên serek yên artêşê ye."

Her wiha diyar kir ku ew gelê Lîbyayê erka parastinê spartinê hêzên wan û got: "Em ê ji aliyê xwe ve xeta serkeftinê ta rizgarkirina welêt ji terorê bidomînin.

Hefter anî ziman ku ,  lihevkirin Sixêrat welat wêran kir û ber bi talukeyê ve bir  û ragihand ku ew ê şertên ji bo avakirina saziyên dewleta sivîl ava bike.

Demek beriya niha berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê general Ehmed El-Mismarî ragihandibû ku wan tedbîatên asîmanî yên Tirkiyê ji bo hedefgirtina baregehên di hundirê Lîbyayê de şopandine.

El-Mismarî gotibû: "Tirkiyê hertim gefên bikaranîna tundiyê li dijî hêzên çekdar dixwe. Bi rastî di demên dawî de me şopand çawa komeke balafir ji bo hedefgirtina baregehên di hundirê Lîbyayê de plan dikin. Tedbîqat bi beşdarbûna 4 balafiran li herêma deryayî ya Tereblusê pêk dihat."

El-Mismarî her wiha ragihand ku hêzên bejayî yên Tirkiyê di demên dawî de beşdarî êrişeke mezin a hikûmeta Wîfaqê li dijî bajarê Terhûna yê başûrê rojhilatê Terablusê bû û destnîşan kir ku "Êrişa li ser bi beşdarbûna dronên Tirk û hêzên bejayî yên Tirkiyê Terhûnayê ji 7 aliyan ve pêk hat. "