Kongreya Civaka Îslamî têkildarî Zînî Wertê banga hişyariyê kir

Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk bi daxuyaniyekê diyar kir ku bûyerên ku li Zînî Wertê diqewimin, planên dewleta Tirk in û îşaret pê kir ku çareseriya pirsgirêkên ku di navbera Kurdan de derdikevin, diyalog e û banga hişyariyê li ser kiryarên dewleta Tirk kir.

Kongreya Civaka Îslamî têkildarî Zînî Wertê banga hişyariyê kir
26 nîsan, 2020   11:42
QAMIŞLO 

Di 18`ê Adara borî de PDK`ê hêzên xwe şandin herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê û di 15`ê Nîsanê de balafirên artêşa dewleta Tirk a dagirker herêma Zînî Wertê bombebaran kiribû.

Li dijî şandina hêzê gelek bertek çêbûn, her wiha siyasetmedar, hunermend, rojnamevanan bi daxuyanî û peyaman daxwaza diyalog û vekişandina hêzên PDK`ê kir, lê hetanî niha jî tu guhertin çênebûye.

Der barê mijarê de Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk, li pêşiya Saziya Olî ya li bajarê Qamişloyê bi amadebûna endamên kongreyê daxuyaniyek da. Endamê Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk Mazin Mihemed daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Wek Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em dibînin erkeke neteweyî ye li ser milê me ku îro vê şîret û hişyariyê bidin gelê xwe. Em gelê xwe li ser van komplo û planên ku dewleta Tirk di dîrokê de hetanî roja îro berdewam li hember gelê Kurd pêk tîne, hişyar dikin.

Îro em gelekî bi êş û tirs in ku em van bûyeran li ber çavên xwe li Zînî Wertê dibînin, bi van bûyeran dewleta Tirk dixwaze tevliheviyekê di navbera gelê Kurd de çêke.Dengê serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan hetanî vê seatê jî ji guhê me naçe, dema digot "Başûr, ez ê we ji tî û birçînan bikujim" dema hikumeta Başûr referandûm ragihand. Her wiha Erdogan zêdetirî wisa jî got ku ew amade ye êrişî Başûrê Kurdistanê bike eger vê biryarê nesekinîne.

Ma qey ji bîra me çûye dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, çaxa dewleta Tirk destê çeteyên xwe wan kesên xwînmij û qatil di van bajaran de berdan ku kuştin, talankirin û wêrankirinê bikin. Divê ev gotina pêşiyan ji me re bibe ders; "Neyarê bav û kalan nabe dostê zarokan."

Eger pirsgirêkek di navbera tevgera kurdî de hebe rêya çareseriya wê ya yekem dan û standin û guftûgo ye. Çi qasî xweşik e ew axaftina birêz Barzanî ya dema behsa aştiyê dikir; "Çil sal ji guftûgo û dan û standinê çêtir û bixêrtir ji seateke şer" ev axaftin ji bo neyaran got ne ji bo birayan, ma çawa ev gotin jib o birayan be?

Banga me ji hemû aliyan û tevgerên kurdî re ev e; em bi bîra we tînin, xwîna bi sed hezaran şehîdên Kurd ên ku bi xwîna xwe axa pîroz av daye, bila ew axa pîroz bi lingên qirêjî yên neyaran neyê lewitandin, di navbera we de jî eger rêyek hebe ji azadî û yekitiyê re gufûgo û dan û standin e."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IAHop-baLbo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>