Êlên Kurd: Divê Kurd bibin yek

Endamê Meclisa Êlên Kurd Abudlqadir Wetî got: “Dê encamên şereke Kurd-Kurd li ser gelê Kurd xedar bin. Nakokiya li Zînî Wertê dikeve xizmeta berjewendiya dewleta Tirk. Em bang li hêzên Kurd dikin ku bibin yek.”

Êlên Kurd: Divê Kurd bibin yek
26 nîsan, 2020   05:20
QAMIŞLO-SILAVA ABDUREHMAN-YARA MIHEMED

PDK’ê hêzên xwe tevî çekên giran li herêma Zînî Wertê kom kirine. Piştî wê nakokiyeke mezin di navbera YNK û PDK`ê de çêbû. Li rex wê jî şêniyên herêmê nerazîbûnên xwe ji reftariya PDK`ê rave kirin. Ev jî ji bo raya giştî ya Kurd metirsiyek ava kir.

Herêma Zînî Wertê di navbera Ranya, Soran, rêzeçiyayên Qendîl, Helmût û Karox de ye.

Endamê Meclisa Êlên Kurd a herêma Cizîrê Abdulqadir Wetî diyar kir ku nakokiya li herêma Zînî Wertê dikeve xizmeta berjewendiya dewleta Tirk û destnîşan kir ku pêwîst e tevahiya hêzên Kurd bikevin ferqa vê yekê.

‘TIRKIYE JI BO FIREHKIRINA HEGEMONIYA XWE ISLAMÊ BI KAR TÎNE’

Wetî îşaret pê kir ku dewleta Tirk hewl dide kurdan parçe bike û fitneyan di navbera wan de biafrîne û got:  “Dewleta Tirk ji gelek serdeman ve şerê Kurdan dike. Ew dewleteke mêtinger  û êrişker e. Bi navê islamê şer dike û wê ji bo firehkirina hegemoniya xwe li ser hesabên dewletên din bi kar tîne.”

Wetî di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku wek êlên Kurd bang li PDK, YNK û PKK`ê dikin ku diyaloga siyasî xurt bikin û bigihêjin çareseriyeke hevbeş ji tevahiya nakokiyan re da ku destkeftiyên gelê Kurd ên ku bi saya fedekariyên mezin hatine bidestxistin biparêzin.

Wetî bal kişand ser ku hinek Tirkiyê berê hinek Kurd bikar anîn da ku berjewendî û planên xwe pêk bîne û got: "Di serdemên berê de Kurd tu tişt ji bo doza Kurd bidest nexist. Ji ber ku Tirkiyê wan di bin navê ola islamê bikar anî û leqebên mîna Paşa û Beg li wan kirin. Ew dijminên doza Kurd bûn û amûrek di destê dîktatoriya Tirk de bûn. Heta niha Tirkiyê vê siyasta xwe li dijî Kurdan dimeşîne."

Wetî di berdewama gotinên xwe de diyar kir ku Tirkiyê tevahiya kêmnetewan bikar anîn. Komkujî li dijî Kurda, Asûr, Ermen û Suryan pêk anîn û got: "Divê Hêzên Kurd bikevin ferqa van rastiyan. Dijminên gelê Kurd hewl dide hêzên Kurd parçe bike û ji hev dûr xîne. Di serî de Tirkiyê ya ku serokê wê Erdogan di dema ragihandina Federasyona Başûrê Kurdistanê de got wan şaştiya herî mezin kiriye."

Wetî got: “Divê hêzên Kurd ji komployên dewleta Tirk hişiyar bûn. Bi tevahiya rêbaz û rêyan li dijî wan komployan li ber xwe bidin. Rê nedin ku sînaryoya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dubare bibe. Tirkiye wargeha Mexmûr topbaran dike, gelo kijan ol vê zulmê qebûl dike."

Di dawiya gotinên xwe de Wetî got: “Dê encamên şerek Kurd-Kurd li ser gelê Kurd xedar bin. Ez bang li aliyên Kurd, partiyên siyasî kir ku ray û xîtaba Kurd bikin yek. Hertim encama parçebûnê binkeftin e. Bi yekitiyê hêz û serkeftin pêkan in. Lewra divê em bibin yek ne parçe bibin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TYUGOwocx_8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>